LOCKYEAR: LI GAZE’YÊ TIŞTEK PERGALA TENDURISTÎYÊ NEMAYE
34 Sekreterê giştî yê Bijîjkên Sînornenas (MSF) Chris Lockyear got ku "Êdî li Gazeyê pergalek tenduristîyê tune ku meriv qala wê bike û alîkarîya mirovahî ya li Gazayê xapandinek e." Lockyear ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî re got ku "xeyalek heye ku şer li gorê hiqûqa navneteweyî tê meşandin.
Lockyear derbarê tunebûna pergala tenduristîyê ya li Gazeyê da wiha got: "Li Gazeyê pergala tenduristîyê ya ku meriv qala wê bike tune.
Artêşa Îsraîlê nexweşxaneyan pey hev xira kir. Tesîsên tenduristîyê yên heyî ji bo armancên leşkerî veguherand baregehan û lênihêrîna nexweşan bi tevahî qut kir. Li hemberê vê qetlîamê tiştek li holê namîne.”