Hat destnîşankirin ku di meha tîrmehê de li Amedê firotina xanîyan zêde bûye.
Hat destnîşankirin ku di meha tîrmehê de li Amedê firotina xanîyan zêde bûye.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên firotina xanîyan a meha tîrmehê eşkere kir.
Li gor daneyên TUÎKê li Tirkîyeyê di meha tîrmehê da li gor heman meha par ji sedî 16,7 firotina xanîyan zêde bû, derket 109 hezar û 548an.
Li gor daneyên TUÎK'ê, li Amedê di meha Hezîranê de hezar û 435 xanî hatine firotim, lê di meha Tîrmehê de jî hezar û 972 xanî hatine firotin. Bîyanîyên ku di meha tîrmehê de herî zêde xanî ji Tirkîyeyê kirîne jî, bi 772 xanîyan hemwelatîyên Rûsyayê ne.