Hat ragihandin ku li Amedê di meha Mijdarê de nêzê 600 qezayên trafîkê pêk hatîye.
Serokatîya Trafîkê ya Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîyê bîlançoya qezayên trafîkê yên meha Mijdarê li Amedê qewimîn eşkere kir.
Li gorê agahîyên li ser malpera înternetê ya Midûrîyeta Trafîkê, li Amedê di meha Mijdarê de jê 298 qezayên bi xisara madî bi giştî 591 qezayên trafîkê pêk hatîye. Li gorê statîstîkên hatine ragihandin, di qezayan de 5 kes mirine û 500 kes jî birîndar bûne.