Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) daneyên şîrketên ku di Hezîrana 2023an de hatine vekirin û girtin eşkere kir.
Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) daneyên şîrketên ku di Hezîrana 2023an de hatine vekirin û girtin eşkere kir.
Li gor daneyên DTSO'yê di meha Hezîranê de 168 şîrketên nû hatine avakirin û 31 şîrket jî hatine girtin.
Li ser hesabê Twîtterê yê DTSO’yê derbarê mijarê de wiha hat dîyarkirin, “Li gor daneyên Hezîrana 2023’an 125 şîrketên Limîted, 17 şîrketên anonim, 22 şîrketên şexsî, 1 kooperatîf û bi tevlê karsazîyên din, bi giştî 168 şîrketên nû hatine avakirin. 31 şîrket jî hatine girtin.”