Li Tirkîyê sektora çandinîyê hatîye asteka xeternak û cotkarên ku karê cotkarîyê berdidin êdî nema bi çandinîyê re mijûl dibin.
Li Tirkîyê sektora çandinîyê hatîye asteka xeternak û cotkarên ku karê cotkarîyê berdidin êdî nema bi çandinîyê re mijûl dibin.
Li gor daneyên SGK’ê ji serê salê û vir de hejmara cotkaran ket binîya 500 hezaran. Di meha gulanê de hejmara cotkaran a li SGK’ê qeyidkirî 489 hezar û 801 bû, lê di hezîranê de ev dane ket binîya 490 hezaran. Her wiha hat dîyarkirin ku deynê kredîyê ya giştî ya sektora çandinîyê 230 milyar TL’yê derbas kir û hejmara cotkaran jî sedî 9.5 (51 hezar) kêm bû. Di sala 2011’an de deynê kredîyê ya sektora çandinîyê 30 milyar TL bû, di tîrmeha 2022’yan ev hejmar 230 milyar TL’yê derbas kir.