Li Amedê dayîkek û keça wê ji alîyê kesekî ku hat dîyarkirin di pêvajoya telaqê de ne, hatin revandin.
Li Amedê dayîkek û keça wê ji alîyê kesekî ku hat dîyarkirin di pêvajoya telaqê de ne, hatin revandin. Bûyer, duh bi şev li Kolana Dîclekentê ya Navçeya Kayapinarê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin; Parêzer Turkan Gulîstan Tekîn û keça wê ya biçûk, ji alîyê F.G. ve hatin revandin. Li alîyê din hat îdîakirin ku di meha Adarê de keça parêzer Tekîn ê ku bi biryara dadgehê destûr hatîye dayîn ku bi bavê xwe re hevdîtinê bike, ji alîyê bavê wê ve ji malê hatîye derxistin û mehek agahî jê nehatîbû girtin.