Navenda wê Amed li 21 bajaran operasyon hat li darxistin û rojnameger, parêzer û sîyasetmedar jî di nav de 100 kes hatin binçavkirin.
Navenda wê Amed li 21 bajaran operasyon hat li darxistin û rojnameger, parêzer û sîyasetmedar jî di nav de 100 kes hatin binçavkirin.
19 roj berîya hilbijartinên serokkomarîyê û parlamentoyê, di çarçoveya lêpirsîna ku li 21 bajaran hat kirin, di avetina ser malan de endamên HDP û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de 110 rojnameger, sîyasetmedar, parêzer, hunermend, aktîvîstên jin û şêwirmendên partîyên sîyasî hatin binçavkirin. Her wiha hat dîyarkirin ku biryara nepenîtîyê ya lêpirsînê û biryara qedexeya 24 demjimêran hatîye dayîn. Li dijî binçavkirinan ji gelek alîyan ve bertek hatin nîşandan.