Hat îdîakirin ku li Amedê di saetên sibehê de polêsan avêtine ser gelek malan.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di serdegirtina malan de hunermend Sarya Ertaş, Zilan Dag, Berdan Çelîk û Mazlum Kardaş hatine binçavkirin. Hat dîyarkirin ku kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn li midûrîyeta polêsan tên ragirtin û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.