Hate ragihandin ku ji du roj berê ve li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera komên çekdar ên Sûrîyeyê yên ku Tirkîye piştgirîya wan dike de şer û pevçûn diqewimin.
Li herêmên Şêrewa, Mabeta, Cindires û Şîyê, di navbera endamên Enîya El-Şamîye û komên Hemze û Silêman Şah (Emşat) de şer diqewime. Di şer de yek jê zarok 2 jî jin 3 sivîl jîyana xwe ji dest dan. Ji ber şer û pevçûnên di navbera komên çekdar de, xetên sereke yên elektrîkê li bajarên Efrîn û Cindirêsê qut bûn, agir bi daristanên navçeya Mabeta ket. Hat ragihandin ku li herêmê ji ber şer û pevçûnên di navbera komên çekdar de li herêmê tirs û fikar zêdebûye.