Li Amedê avahîya 5 qat a ku di erdhêja Mereşê de xisareke mezin dît, hilweşîya.
Avahiya Gokyuz a 5 qatî ya ku li pişt Postexaneya Mezin a navçeya Sûrê ye, ji nişka ve hilweşîya.
Piştê hilweşandinê gelek ambûlans û ekîbên polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Di lêkolînê de hat hînbûn ku mirin an birîndarbûn tine ye. Welatîyên derdorê dîyar kirin ku avahîya Gokyuz di erdhêja 6ê Sibatê de zirareke mezin dîtîye û mehek berê hatîye valakirin.