Şaredarîya Rezanê, di govendên gelerî de di du beşan de bû şampîyonê herêmê. Ekîba ku di bin banê Midûrîyeta Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredarîya Rezanê de hat avakirin, di encama xebata 7 mehan de serkeftinên girîng bi dest xistin. Di pêşbirkên ku li Elezîzê hatin lidarxistin de, ekîba govendê ya gelerî, bi komkirina 89 pûanan ku ji kategoriyên cuda 36 tîm beşdar bibûn, şampîyonîya herêmê bi dest xist.