ENDAMÊN KESKÊ: EM ENCAMA KU DI ÎHALEYA PROMOSYONÊ DE HAT DÎYARKIRIN QEBÛL NAKIN
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehîyê ya girêdayî KESK’ê ne (EGÎTÎM SEN) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustîyê (SES) derbarê îhaleya promosyonê ya bankayê ku ji alîyê Zanîngeha Dîcleyê ve hat birêvebirin li ber Dekanîya Faqûlteye Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da.

Endamê Rêveberîya Amedê ya SES’ê Mehmet Nûr Ûlûs li ser navê sendîkayê daxuyanîyê xwend û wiha got: “Di pêvajoya îhaleya promosyonê ya bankayan de me her çiqas daxwaza xalbendên şertnamê kiribe jî daxwaza me nehat cih. Di demên dawîn de hat aşkere kirin ku îhaleyên promosyonên ku di navbera sazîyan de hatin kirin di navbera 40 hezar û 80 hezaran de dîyar bûn. Gelek aşkere ye ku li rojava û rojhilatê Firatê de helwesta bankayê cuda ne. Wek ku em xebatkarên T.C.’yê yên li du welatên cuda bin. Em vê encama îhaleyê ya bi 30 hezar TL’yê qebûl nakin. Keda me ji alîyê îktîdarê ve tunê te hesibandin. Em ê destûr nedin ku koma sermayeyê jî keda me tune bihesibîne.”