Şaredarîya Yenîşehîrê ya Amedê, daxuyand ku ji bo zarok û ciwanan, perwerdehîya teknolojîye wê bêpere bide.
Şaredarîya Yenîşehîrê ya Amedê, daxuyand ku ji bo zarok û ciwanan, perwerdehîya teknolojîye wê bêpere bide. Ji alîyê Midûrîyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredarîya Yenîşehîrê ve, perwerdehîyên Akademîya Teknolojîyê yên di warên wek; enformatîk, teknolojî, karsazî, teknolojîyên sêwirandinê û mekatronîkê de wê bêpere bên dayîn. Hat dîyarkirin ku ji bo kesên ku dixwazin ji perwerdehîyê sûd werbigirin, serlêdan dest pê kiriye. Şaredarîyê dîyarkir ku, ji bo li gor pêwîstîyên teknolojî û deme, him ji xebatkarên şaredarîyê û him jî ji bo welatîyên ji beşên cuda wê perwerdehîyan bên dayîn.