Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê bertek nîşanî sirgûnkirina mamosteyan da û dîyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê bertek nîşanî sirgûnkirina mamosteyan da û dîyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Şaxa Amedê, ji bo mamosteyên ku ji ber mobînga li Dibistana Navîn a Pîrî Reîs sirgûnî dibistanên derveyî bajêr hatine kirin, li ber Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Amedê daxuyanî da.
Hevseroka Şaxa Egitim-Sen a Amedê ya Hejmar 1 Emîne Akşahîn, dîyar kir ku ew her tim li dijî pêkanînên derqanûnî ne.
Akşahîn, anî ziman ku ew bêhiqûqîyê qebûl nakin û dest bi pêvajoyeke hiqûqî kirine û wiha got, "Weke Egîtîm Sen em careke din dîyar dikin ku em ê bi têkoşîna li dijî xizanî, îstîsmara kedê û polîtîkayên bêrûmetkirinê her tim li cem xebatkarên perwerdehîyê bin."