Serdozgerîya Komarê ya Enqerê, di doza Kobanê de lêpirsîneke nû da destpêkirin.
Serdozgerîya Komarê ya Enqerê, di doza Kobanê de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Di daxûyandina nivîskî ya Serdozgerîya Komarê ya Enqerê de wiha hate gotin: “Li 13 bajaran, ji bo 91 kesên gumanbar, ji ber sûcên endamtîya rêxistina terorê ya bi çekdar in û fînanskirina rêxistinê dikin, di derheqa wan de biryara binçavkirinê hate dayîn.” Di çarçoveya operasyonê de heta niha 46 kes hatin binçavkirin.