Piştê êrîşa bombeyî ya li Amedê li minîbusa polêsan hat kirin, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû li cîhê bûyerê lêkolîn kir.
Piştê êrîşa bombeyî ya li Amedê li minîbusa polêsan hat kirin, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû li cîhê bûyerê lêkolîn kir.
Wezîr Soylû dîyar kir ku 8 polîs û sivîlek bi tevahî 9 kes sivik birîndarbûn û piştê li nexweşxaneyê tedawîya wan bi dawîbûn vegerîyan malê. Her wiha Soylû derbarê kiryaran de jî wiha got, “Di çarçoveya lêpirsînê de 5 kes niha di bin çavan de ne. Êrîş bi wesayiteke kirê hatîye kirin. Ev êrîş Licê hatîye plan kirin û piştî planê wesayît anîn vir. Lêpirsîn berdewam dike. Piştê ku lêpirsîn bidawî bibe em ê derbarê hûrgilîyên bûyerê de daxuyanîyê bidin.