Kremlîna Paytexta Rûsyayê ragihand ku Peymana Genim hat rawestandin. Peymana Korîdora Genim a ku piştê şerê Rûsya û Ûkraynayê hatibû îmzekirin, îro bi dawî bû.
Kremlîna Paytexta Rûsyayê ragihand ku Peymana Genim hat rawestandin. Peymana Korîdora Genim a ku piştê şerê Rûsya û Ûkraynayê hatibû îmzekirin, îro bi dawî bû.
Li gor nûçeya Reutersê, Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov dibêje, "Îro Peymana Genim ya Behra Reş dema wê bi dawî bû. Ger şert û mercên bandorê li Rûsyayê dikin pêk bên, Rûsya wê tavilê vegere peymanê."
Kremlînê bi îdiaya ku beşên peymanê yên derbarê Rûsyayê de pêk nehatin û ji ber vê jî hat betalkirin, daxuyanî da û wiha got: "Peyman ji bo niha hatîye sekinandin."