Tîmên zabitayên Şaredarîya Baglarê, avahîya HDPê ya Amedê mohr kirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin tîmên zabitayên Şaredarîya Baglarê, do danê êvarê çûn avahîya HDPê û avahî mohr kirin. Sedema mohrkirina avahîyê jî wek “qatekî wê derqanûnî ye” hat dîyarkirin. Şaredarîya Baglarê derbarê mijarê de dîyar kir ku, li ser gilîkirinê, tîmên têkildar di avahîyê de qatekî ku li dijî projeyê û derqanûnî hatîye lêkirin, tespît kirin. Ji ber vê yekê miameleyên qanûnî hatîye dest pê kirin û mohr li ser derîyê avahîyê hatîye xistin.