KONTROLA LI SER RÊYA ELEZÎZÊ TRAFÎKÊ RAWESTAND
Li Amedê ji ber kontrolan, li ser rêya Elezîzê trafîk xitimî. Ekîbên girêdayî Midûrîyeta Şaxa Trafîkê ya Amedê, serê sibê li ser rêya Elezîzê siwareyên serwîsê kontrol kirin.
Li Amedê ji ber kontrolan, li ser rêya Elezîzê trafîk xitimî. Ekîbên girêdayî Midûrîyeta Şaxa Trafîkê ya Amedê, serê sibê li ser rêya Elezîzê siwareyên serwîsê kontrol kirin. Ji ber kontrolan li ser rêya ku diçe Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê trafîk xitimî û bi hezaran karkerên febrîqayê negihîştin kare xwe. Welatîyên ku dereng ketin kar, bi hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî vê rewşê dan. Ajokar û welatîyan daxwaz kirin ku berîya saetên kar kontrolên siwareyan bên kirin.