Platforma Zimanê Kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek bi navê "Sîyaset û Ziman" li dar xist.
Platforma Zimanê Kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek bi navê "Sîyaset û Ziman" li dar xist.
Di panelê de li ser astengîyên li pêşîya zimanê Kurdî hatin axaftin û pêşnîyarên ku divê bên kirin, hatin parvekirin.
Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partîyan pêk tê, di panela bi navê "Sîyaset û Ziman" a bi 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ya 2 beşan pêk hat da nûnerên hemû partîyên sîyasî yên endamên platformê axivîn.
Di axaftinan de astengîyên li pêşîya zimanê Kurdî û rewşa wê hate nirxandin û ji bo rakirina van astengîyan çi pêwîste bê kirin hate vegotin.