Nûnerên partîyên ku CHP û Tifaqa Millet ava kirine, ji bo namzedîya serokomarîyê ya Kemal Kiliçdaroglu serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan.
Nûnerên partîyên ku CHP û Tifaqa Millet ava kirine, ji bo namzedîya serokomarîyê ya Kemal Kiliçdaroglu serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan. Nûnerên CHP, ÎYÎ Partî, Partîya Saadetê, Partîya Pêşerojê, Partîya DEVA û Partîya Demokrat, hatin Serokatîya YSKê û belgeyên derbarê serlêdana namzetîyê ya Kiliçdaroglu de, teslîmê Serokê YSK'ê Ahmet Yener kirin. Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partîyê Musavat Dervîşoglu, dîyar kir ku serlêdanên wan hatin qebûlkirin û wiha got: "Birêz Kiliçdaroglu ji îro pê ve namzedê me yê serokomarîyê yê 13emîn e. Xwedê bike nisîb wê sibeha 15ê Gulanê, wê bibe 13emîn serokomarê vê welatî."