Hikûmeta Hondûrasê, pîştê ku li du bajarên bakurê welat di êrîşan de 24 kes hatin kuştin, qedexeya derketina derve ragihand.
Hikûmeta Hondûrasê, pîştê ku li du bajarên bakurê welat di êrîşan de 24 kes hatin kuştin, qedexeya derketina derve ragihand.
Lî gor nûçeya Reutersê, çekdaran li Cholomê êrîşê odeyeke bîlardoyê kirin. Di êrîşê de 13 kesan jîyana xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Berdevkê çapemenîyê yê polîsan agahî parve kir ku di bûyeran de herî kêm 11 kesên din jî jîyana xwe ji dest dane.
Piştê ku li welat herî kêm 24 kes hatin kuştin, desthilatdarîyê di navbera demjimêr 21.00-04.00an de ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve îlan kir.
Her wiha Qedexeya derketina derve ya ku li bajarê San Pedro Sulaye hatîye ragihandin jî wê heta 4ê Tîrmehê berdewam be.