Li Amedê di navbera kesê ku li siwareya li ber dikana galerîyê rawestîya bû lêqeliband û kesên derdorê de şer derket.
Bûyer li Bulvara Firatê ya taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê qewimî.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin siwareya ku li ber dikana galerîyê ji bo firotinê parkkirî bû, siwareyeke din hat lê qelibî.
Piştê qezayê di navbera firoşkar û ajokar de nîqaş derket. Piştre niqaş mezin bû, herdû alîyan lihevdan û şer derket.
Ekîbên polêsan ji bo ku kesên di şer de ne ji hev veqetîne, bi çekan gule li hewa teqandin. Bi zehmetîyek mezin şer hat rawestandin û herdû alî hatin aş kirin.