Piştê erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat, xebatkarên tenduristîyê yên Amedê, 14'ê Adarê Cejna Tipê li konbajaran bi kar û xebatê pêşwazî kirin.
Piştê erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat, xebatkarên tenduristîyê yên Amedê, 14'ê Adarê Cejna Tipê li konbajaran bi kar û xebatê pêşwazî kirin.
Dr. Mustafa Eren ê ku li Midûrîyeta Tenduristîyê ya Navçeya Yenîşehîrê dixebite, dîyar kir ku piştê erdhejê xebatkarên tenduristîyê yên Amedê, li qadan in.
Eren, anî ziman ku wan 14'ê Adarê Roja Tibê bi xemgînî derbas kirine û wiha got: “Em weke xebatkarên tenduristîyê di pêvajoya erdhejê de bi awayekî xurt dixebitin. Dema ku hewce bike, em piştê mesaîyê jî tên li nav konbajaran digerin û dixebitin."