KESÊ KU BI ÎDÎAYA DİZÎYÊ HAT BINÇAVKIRIN ÎNTÎXAR KIR
Emrah C. ê 29 salî ku li Semsûrê hatibû binçavkirin, ji qata duyemîn a edlîyeya ku ew anîn xwe avêt xwarê û întîxar kir.
Emrah C. ê 29 salî ku li Semsûrê hatibû binçavkirin, ji qata duyemîn a edlîyeya ku ew anîn xwe avêt xwarê û întîxar kir. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, Emrah C.’yê ku bi hinceta dizîyê hat binçavkirin, ji qata 2yemîn a Edlîyeya Semsûrê xwe avêt xwarê. Ekîbên tenduristîyê dîyarkirin ku Emrah C. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Emrah C. birin morgê.