Serokê Odeya Seraf û Zêrînfiroşan (DÎKO) ya Amedê Mehmet Yuksel, dîyar kir ku wê di meha Remezanê de ji welatîyan re xwarina fitarê bidin.
Serokê Odeya Seraf û Zêrînfiroşan (DÎKO) ya Amedê Mehmet Yuksel, dîyar kir ku wê di meha Remezanê de ji welatîyan re xwarina fitarê bidin.
Yuksel, dîyar kir ku ew ê 30 rojan wek odeya zêrfiroşan xwarina fitarê bidin û wiha got, “ji bo 300 kesî xwarina fitarê hatîye amadekirin. Ger pêwîst be em dikarin hejmara vê xwarinê zêde bikin. Li vir li ser navê Odeya Zêrfiroşan a Amedê, em ê bi hev re 30 rojan li vir fitara xwe vekin.”