Ji 9 karkerên ku ji ber herikîna çîyayê li navçeya Îliç a Erzînganê ku Şîrîketa Anagold lê dixebitî, di bin axê de mabûn, ev 4 roj e tu agahî nayê girtin.
Ligel ku xebatên lêgerînê dewam dikin, bendewarîya xemgîn û bi fikar a malbatên karkeran didome.
Di hin daxuyanîyan de hat gotin ku girseya mezin a axê ku ber bi çemê Firatê ve diherike, ji madeyên ku bi sîyanûr û asîda sulfurîk hatine şûştin pêk tê.
Hat ragihandin ku di nav wan 8 kesên ku ji ber karesatê hatin binçavkirin, rayedarê şîrîketê yê Kanadayî jî heye.