NÛÇEYÊN KURDÎ

TAHÎR ELÇÎ LI BER MINAREYA 4 LING HAT BIBÎRANÎN

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 8’emîn salvegera qetilkirina wî de bi meşekê hat bibîranîn.

TAHÎR ELÇÎ LI BER MINAREYA 4 LING HAT BIBÎRANÎN

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 8’emîn salvegera qetilkirina wî de bi meşekê hat bibîranîn.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de dema li ber Minareya Çar Ling a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hat qetilkirin, di 8'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.

Di bîranînê de Malbata Elçî, Seroka Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê (TBB) Erinç Sagkan, serokên baroyan, ji HEDEP’ê Hevseroka Giştî Tûlay Hatîmogullari û gelek parlamenter, Selvî Kiliçdaroglu, Seroka berê ya Stenbolê ya CHP’ê Canan Kaftancioglu, parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, parêzvanên mafên mirovan û gelek welatî hatin cem hev û tevê pankarta ku li ser “em te ji bir nakin” hatibû nivîsandin, ber bi Minareya 4 Ling ve meşîyan.

Merasîma bîranînê bi daxuyanî û bîranîna li ber Minareya 4 Ling a ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.