Li navçeya Bismilê kesekî ku xwest zêrên xwe yên sexte bifiroşe zêrfiroşekî, bi saya baldarîya zêrfiroş hat girtin.
Li navçeya Bismilê kesekî ku xwest zêrên xwe yên sexte bifiroşe zêrfiroşekî, bi saya baldarîya zêrfiroş hat girtin.
Li gor agahîyên ku hatin vergirtin di bûyera ku li navçeya Bismila Amedê di dikaneke zêrfiroşan pêk hat de jina bi navê L.K. (26) bazinên di destê xwe de derxist û xwest bifiroşe.
Zêrfiroş, piştî ku fêmkir zêr sexte ne agahî da polêsan û li ser vê L.K. hat binçavkirin. her wiha di lêpirsîna ku hat kirin de hat dîtin ku L.K. li navçeyê bi 350 hezar lîreyê sextekarîya 3 zêrfiroşên cuda kirîye.