Personelên Zanîngeha Dîcleyê ji alîyê Midûrîyeta Agirtefê ya Şaredarîya Bajarê Amedê ve derbarê agirtefandinê de hatin perwerde kirin û paşê tetbîqat hat kirin.
Personelên Zanîngeha Dîcleyê ji alîyê Midûrîyeta Agirtefê ya Şaredarîya Bajarê Amedê ve derbarê agirtefandinê de hatin perwerde kirin û paşê tetbîqat hat kirin.
Beşa perwerdeyê ya bernameyê ku li Zanîngeha Dîcleyê ji du beşan pêk tê, li Navenda Çand û Kongreyê ya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin û beşa tefandinê jî li baxçe hat lidarxistin.Di perwerdeyê de ekîbên agirtefê li ser şewatê û sedemên şewatê, her wiha ji bo pêşîlêgirtina şewatê divê çi bê kirin û derbarê tedbîrên berîya şewatê de perwerde li ser hemû mijaran hat dayîn.