Ji ber xebatên kolandinê ya di navenda polîsan a kev ya li navçeya Sûrê ya Amedê, wê kolanê Gazîyê ji trafîkê re bê girtin.
Ji ber xebatên kolandinê ya di navenda polîsan a kev ya li navçeya Sûrê ya Amedê, wê kolanê Gazîyê ji trafîkê re bê girtin.
Bi biryara ÛKOMEyê ya li ser daxwaza Midûrîyeta Ewlehîya bajêr, wê di 22-23yê Kanûnê saet di navbera 08.00-17.00an de wê ji derbasbûna siwareyan re destûr neyê dayîn. Li gor biryarê ji xeynê dema dîyarkirî wê Kolana Gazî ya di navbera Balıkçilarbaşi û Cadeya Înonu de neyê bikaranîn. Ger hewcedarîya esnafan bi barkirin û danîna alav û malzemeyan hebe wê zabitayên Şaredarîyê alîkarîya wan bike.