Raportora Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê Seroka Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî ya ku ji ber daxuyaniyên xwe yên îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî hat binçavkirin daxuyanî da.

Lawlor got, "Ez ji ber nûçeyên ku tê gotin parêzvana mafên mirovan a jin Şebnem Korur Fincanci bi awayekî keyfî ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin ez gelekî êşandim û ketim nava fikareke kûr."
Lawlor, anî ziman ku ew ê derbarê Fîncancî de lêkolînên xwe bidomînin û ji nêz ve bişopînin.