Li Navçeya Farqînê ya Amedê, di navbera du pismaman de şerê çekdarî derket.
Li Navçeya Farqînê ya Amedê, di navbera du pismaman de şerê çekdarî derket. Bûyer, bi şev li Taxa Bahçelîevler a Farqînê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, di navbera her du pismamên ku li heman kolanê rûdiniştin de şerê çekdarî derket. Di pevçûnê de A.S. û M.S. ji lingên xwe birîndar bûn. Di şerê herdu pismaman de zîyana madî jî çêbû. Li ser gilîyên welatîyan ekîbên tenduristîyê û polîs sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.