Ji sedî 80’ê xebatkarên Dîyanetê dîyar kirin ku di nava Dîyanetê de bêrêtî û torpîl heye.
Ji sedî 80’ê xebatkarên Dîyanetê dîyar kirin ku di nava Dîyanetê de bêrêtî û torpîl heye.
Di rapora Dîyanet-Sen a girêdayê Memur-Sen a ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tê naskirin, "Lêkolîna li ser pirsgirêkan, hêvîyên xebatkarên karûbarên olî û feraseta ol û dîyanetê" de encamên balkêş cîh girt.
Di nûçeya Mustafa Bîldîrcîn a ji BirGûnê de, li gorê rapora ku encamên anketê jî di nav de ye, rêjeya personelên ku gotin "Dîyanet sazîya herî bi bandor û bi hurmet a ola Îslamê ya Tirkîyeyê ye" di ji sedî 68 de maye. Hat ragihandin ku di nav xebatkarên Dêyanetê de rêjeya kesên ku dikarin bibêjin “Li Dîyanetê nebaşî, alîgirî û torpîl tune ye” tenê ji sedî 7 e.