Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ji bo dîyarkirina namzetên xwe yên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, pêşhilbijartinên xwe didomîne.
Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ji bo dîyarkirina namzetên xwe yên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, pêşhilbijartinên xwe didomîne.
Hilbijartina destpêkê ya namzetên Hevşaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber kêmasîyên teknîkî yên di sindoqên ku li 17 navçeyên Amedê ku 4 ji navendê ne, hatibûn avakirin, hat betalkirin. Hilbijartinên ku ji alîyê Koordînasyona Hilbijartinê ya DEM Partî ya Amedê ve tê organîzekirin wê careke din bên lidarxistin.
Hevserokên Navend a Amedê yên DEM Partîyê spasîya eleqeya gelê Amedê ya ji bo pêşhilbijartinê kirin û banga tevlêbûna dengdana sibe kirin.