Li Stenbolê ji buhayê goştê berxê re 45 lîre zem. Kîloyek goş 290 lîreye. Li Amedê jî goştê berxê yê bê hestî 300 lîreyê tê firotn.
Buhayê kîloya goştê berxê di 15 rojan de ji sedî 18,3 zêde bû û ji 245 lîreyê derket 290 lîreyê.
Serokê Odeya Esnafên Qesaban a Stenbolê Aydin Tûfekçî dîyar kir ku li qesaban buhayê kîloya goştê berxan li gor qalîteya wê û asta rûnê diguhere. Tûfekçî, bal kişand ku dema goştê berxan ji alîyê qesaban ve ji bo firotinê tê pêşkêşkirin bi lêçûnên wek kirê, ceyran û xebatkaran re buha zêdetir dibe û got ku ji sedî 45 ê van lêçûnan di buhayê de xuya dike.
Tûfekçî dîyar kir ku milê berxê bi hestî wê bi 400-425 lîreyê bê firotin û wiha got: “Li qesaban tê payîn ku buhayê her kîloya milê berxê bê hestî ji 590 lîreyê bibe 680 lire. Buhayê her kîloya goştê berxê li gor herêm bi herêm diguhere jî ji 390 lîreyê heta 470 lîreyê ye. Buhaya goştê nerme ji 410 lîreyê heta 480 lîreyê ye. Li Stenbolê ev buha li gor qesaban diguhere.”
Li alîyê din tê dîyarkirin ku ev nêzê 30 roj e li Amedê di buhayan de ti guhertin çênebûye û goştê berxê bi hestî bi 300 lîreyê tê firotin.
Li qesabên Amedê, goştê berx ê kişandî bi 360 lîreyê, goştê conega yê kişandî bi 370 lîreyê û goştê berx û conega yê nerme bi 380 lîreyê tê firotin.