Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê, derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî û dersên bijarte de civîna çapemenîyê li dar xist.
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê, derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî û dersên bijarte de civîna çapemenîyê li dar xist.
Hevseroka şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê Emîne Akşahîn, dîyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî dema ku li hemû alîyên mafê perwerdeyê serbest bên berdan û bikeve pratîkê wê watedar be û wiha got, “Ji xêyrê rastîyên bi zanistî hatine îspatkirin, perwerdeya bi zimanê zikmakî bê astengkirin û ziman bi vê rengê bê parastin wê ji xapandinê wêdetir bi pêşde neçe.
Weke ku me di rêziknameya xwe de jî dîyar kirîye, em wek Egîtîm-Senê dibêjin ku divê hemû gelên li van xakan bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehîyê bibînin. Ti vebijarkeke din nikare bibe çareserî ji bo zindîbûna zimanan.”