Hat dîyarkirin ku ji bo teserûfa avê îsal jî bi heman awayê qedexeyên ku ji alîyê Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve par hatibû kirin, carek din bên kirin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, dîyar kir ku di çavkanîyên binê erdê de aveke tê xwestin tune ye û asta ava bendavan baş e û bal kişand ser girîngîya barîna berfê.
Tutşî, da zanîn ku heta sala 2055'an wê pirsgirêka kêmbûna avê tinebe û destnîşan kir ku di demsala havînê de ji bo hişyarîya avê û pêşîlêgirtina îsrafê wê tedbîrên cuda bên girtin.
Rayedarên DÎSKÎ'yê bi bîr xist ku par ji bo pêşî li îsrafa avê bigirin, şuştina ber kargehan û peyarêyan mehek qedexe kiribûn, wê îsal jî tedbîrên bi vî rengê bên girtin.