Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê (DKDP) ragihand ku ew ê alîkarîya nexweşên ku dixwazin di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin bikin.
Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê (DKDP) ragihand ku ew ê alîkarîya nexweşên ku dixwazin di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin bikin.
Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û wiha got, “Di roja hilbijartinê de wê ji alîyê rayedarên nexweşxaneyê ve ji bo nexweşên ku di nexweşxaneyê de ne, piştgirîyê bidin wan û yên ku xizmetên tenduristîyê yên li malê werdigirin wê di dengdayînê de ji xeta 444 3 833 daxwazekê bikin û bi siwareya veguhestina nexweşan û bi ambulansê werin veguheztin.
Em bang li hemû welatîyên xwe dikin ku mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin.”