HEMÛ AVAHÎYÊN BI XISARA SIVIK WÊ WEK XISARA GIRAN BÊ HESIBANDIN
Walîtîya Amedê di daxuyanîya xwe ya bi sernavê "Daxuyanîya Girîng" de ji welatîyan re ragihand ku hemû avahîyên ku xisara sivik dîtîye, çi mafê wan li AFAD'ê hebe û tune be, wê weke xisareke giran bê dîtin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Amedê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Welatîyên me yên ku dixwazin avahîyên xwe yên xisara sivik girtîye xurt bikin divê heta 29ê Berfanbara 2023an de serî li şaredarîyan bidin."