Bi boneya Ezmûna Pergala Têketinê ya Dibistana Bilind, a ku wê di 4-5’ê Hezîranê de bê kirin, midûrîyetên nifûsê yên parêzgeh û hemû navçeyan wê dawîya hefteyê vekirî bimînin.
Bi boneya Ezmûna Pergala Têketinê ya Dibistana Bilind, a ku wê di 4-5’ê Hezîranê de bê kirin, midûrîyetên nifûsê yên parêzgeh û hemû navçeyan wê dawîya hefteyê vekirî bimînin.
Walîtîya Amedê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Li gor daxuyanîyê; midûrîyeta nifûsê ya parêzgehê û midûrîyetên nifûsê yên hemû navçeyan, ji bo ku namzed di ezmûnê de mexdûr nebin, wê 4’ê Hezîranê roja Şemîyê saet 08:00-17:00an û 5’ê Hezîranê roja Yekşemê saet di navbera 07:00-12:00an da vekirî bin. Hat dîyarkirin ku ger di roja xebatê ya ewil de heqê kaxezê neyê dayîn, wê serlêdana qerta nasnameyê betal bibe.