Nûçeyên erzanîyê ya li bihayê benzînê li pey hev tên.
Piştê 2 lîre û 7 quruş ji bihayê benzînê daket, tê payîn ku ji 6ê cotmehê roja înê û pê ve 1 lîre û 17 quruş careke din biha kêm bibe.
Ji bo mazotê guherîna bihayê nayê hêvîkirin. Piştê daxistina 2 lîre û 7 quruş, li gor bihaya sotemeniyê ya heyî, îro li Amedê lîtreya benzînê bi 35 lîre û 95 quruş, mazot bi 41 lîre û 45 quruş, LPGê jî bi 18 lîre û 57 quruşan tê firotin.