Li navçeya Erxenîyê dest bi çêkirina sûka gund hat kir.
Li Taxa Ednan Menderes a Navçeya Erxenîyê ya Amedê di çarçoveya projeya piştgirîya cotkar û hilberînê de, li qadeke hezar û 800 çarmetir de dest bi çêkirina sûka gund kir. Sûka ku wê niştecihên navçeyê di hawîrdoreke fireh de karibin bi tendurist, xwezayî û aborî danûstendinê bikin, tê armanckirin ku di demeke nêzde were temam kirin.