Navenda Nûjenîyê ya Gastro ku di çarçoveya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) de hatîye avakirin, wê di 30'ê Îlonê de Mîhrîcana Hevselê li dar bixe
Navenda Nûjenîyê ya Gastro ku di çarçoveya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) de hatîye avakirin, wê di 30'ê Îlonê de Mîhrîcana Hevselê li dar bixe.
DTSO'yê hemû hemwelatîyan vexwend Mîhrîcana ku gastronomî û mûzîk li hev dicivin da ku mîrateya çanda dewlemend a Amedê berdewam bike.
Berhemên ku li Hevselê tên çandin wê di bernameyê de bên servîskirin.
Bi şahîyên ku wê di 30ê Îlonê roja şemîyê demjimêr di navbera 15:30 - 18:30an de li binê Birca Keç bê lidarxistin, armanc xurtkirina têkilîyên çandî yên di navbera Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê de ye. Di çarçoveya mîhrîcanê de piştê xwarin û vexwarinê konsera Mehmet Atli tê lidarxistin.