Danişîna doza Hevşaredara Bismil a Amedê Gulşen Ozer a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Danişîna doza Hevşaredara Bismil a Amedê Gulşen Ozer a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Di sala 2016’an de Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulşen Ozer, bi hinceta tevlibûna 39 daxuyanî, çalakî û xwepêşandanên partîya xwe ku ji hêla sazîyên din ve hatibûn lidarxistin û tevlibûna çalakîyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên di sala 2018’an de, doz hatibû vekirin.
Şandeya dadagehê ji ber tevlibûna çalakîyên di sala 2016’an de ku Ozer Hevseroka HDP’a Amedê bû, bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hepsê û ji ber di sala 2018’an de tevlibûna çalakîyên TJA’yê jî bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hepsê da.
Bi giştî 15 sal cezayê hepsê li Ozer hate birîn. Dadgehê biryar da ku biryara kontrola edlî ya Ozer bidome.