JI 8EMÎN BAREGEHA JETAN A SEREKE YA AMEDÊ BALAFIRÊN ŞER BI HEWA KETIN
Piştî êrîşa bi roketan a li dijî navçeya Karkamişa Dîlokê û daxuyanîyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, hat dîyarkirin ku gelek balafirên şer ên F-16 ji 8emîn Baregeha Jetan a Sereke ya Amedê rabûn.
Piştî êrîşa bi roketan a li dijî navçeya Karkamişa Dîlokê û daxuyanîyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, hat dîyarkirin ku gelek balafirên şer ên F-16 ji 8emîn Baregeha Jetan a Sereke ya Amedê rabûn. Di êrîşa bi roketan a ji alîyê rojhilatê Firatê ve li navenda navçeya Karkamiş a Dîlokê ket, zarokek û mamosteyek jî di nav de 3 sivîlan jîyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya xwe ya piştî êrîşê da bal kişand ser operasyona bejayê, gelek balafirên şer ên F-16 ji 8emîn Baregeha Jetan a Sereke ya Amedê bi hewa ketin.