Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî yên Tirkîye (Genel-Îş) Şaxa Hejmara 2 ya Amedê, derbarê îdîaya ku wê 165 karkerên karkerên demsalî yên Yekîneya Dermankirinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberîya qeyûm de ye, ji kar derxînin, daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Serokê Genel-Îş Şaxa Hejmara 2 ya Amedê Becet Barut daxuyanî da û dîyar kir ku ji bilî nîqaşên li ser mûçeya kêmtirîn a ku bûye mûçeya xizanîyê, karker bi pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rû dimînin.
Barut, dîyar kir ku cudakarîya li hemberê karkeran bi dawî nebûye û wiha got: “Di dawîyê de hewldana ji kar avêtina 165 karkerên ku di bin banê Serokatîya Daîreya Karên Tenduristîyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitin û karê dermankirinê dikin xala dawî ya ku em gihîştine vê xerîbîyê ye.
Kedkarên ku xizmetên gelemperîyê dikin û divê statuya karkerên daîmî bidin wan, ji xwe di şert û mercên giran ên aborî de ji bo debara xwe dikin, hewldana derxistina van bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin.
Daxwaza me ew e ku ev kedkarên ku ne di statuya karkerên daîmî de ne, lê wek 'karkerên demsalî' tên xebitandin ne ku ji kar bên avêtin, berîya her tiştê statuya karkerên daîmî bên dayîn û tevê mafê wan qadro bê dayîn."