Serokkomarîya Iraqê, derbarê êrîşa do li Balafirgeha Silêmanîyê hat rast kirin de daxyanî da.
Serokkomarîya Iraqê, derbarê êrîşa do li Balafirgeha Silêmanîyê hat rast kirin de daxyanî da.
Di daxuyanîyê de êrîş hat şermezarkirin û wiha hat dîyarkirin, “Li gel şermezarkirina êrîşên ku qesta serwerîya Iraqê dikin, hêzên Tirkîyeyê bi hinceta hinek hêzên muxalîf, li herêmê xelkên sivîl terorîze dikin.
Em careke din dûbare dikin ku berdewam kirina vê helwestê bi tu hincetê nayê qebûl kirin.” Di daxuyaniya Serokkomariya Iraqê de ku daxwaza "lêborîna fermî" ji Tirkiyeyê hat kirin û wiha berdewam kir, “Em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku berpirsyariya xwe bizanibe, ji ber van kiryaran lêborîna fermî bixwaze.
Êrîşan rawestîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî rêya diyalogê vebikin. Ger ev êrîş dubare bibin, ji bo ku di pêşerojê de dûbare nebin, em ê helwestek tund nîşan bidin.”