Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan derbarê îkramîyeyên teqawîtbûnê de daxuyanî da.
Wezîr Işikhan derbarê 5 hezar TL îkramîyeya ji bo teqawîtbûyînên ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dîyar kiribû de wiha got:
"Me rêzikname temam kir. Ji teqawîtbûyînên me pîroz be. Me teqawîdên ku hê jî dixebitin ji çarçoweyê derxist.
Ji ber şert û mercên zorê û kêmbûna bûtçeyê em mecbûr man ku tedbîrê bigirin. Ev encama herî zêde bû ku me dikarîbû bi dest bixista. Ti xebateke din tuneye.”