Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî ya Iraqê (NOCI) biryar da ku ji Lîstikên Hevgirtina Îslamî ya ku dê 9ê Tebaxê li Konyayê dest pê bike, vekişe.
Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî ya Iraqê (NOCI) biryar da ku ji Lîstikên Hevgirtina Îslamî ya ku dê 9ê Tebaxê li Konyayê dest pê bike, vekişe.
Di daxuyaniya komîteyê de hat parvekirin, ev biryar ji bo protestokirina êrîşa hefteya borî ya li ser herêma Zaxo ya Iraqê hatiye girtin. Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî ya Iraqê NOCI'ê diyar kir ku helwesta gel û hikûmeta Iraqê, pêşniyarên parlamentoya Iraqê û daxuyaniyên Wezareta Karên Derve di biryara vekişînê de bi bandor bûne.